Li Ercişa Vanê problema ava vexwarinê êdî xelas bû. Bi tesîsa parzûnkirina avê êdî Ercişî wê kêmasiya avê nekşînin.
Li Ercişê tesîsa parzunkirina avê ket feliyetê.
Bi xêra vê tesîsê îhtiyaca avê ya 30 salan wê peyda bibe.
Tesîs di 7 salan de qediya û 20 milyon awro lê çû.
Midûrê Giştî yê VASKİ’yê Ülker Cem Kaplan got, ‘’Tesîs di 2014an de dest pê kiribû. Bi hîbeyên Yekîtiya Ewropayê hatibû destpêkirin lê xebat lê nehatibû kirin. Piştî ku em di 2019an de hatin ser kar me ev xebat bilez dan meşandin û ev tesîs xist xizmeta milletê xwe. ‘’
Ji bo vê proja mezin, 226 kîlometre şebeke û xeta îsale hat kişandin bajêr.