Tesîsa SETa Hîbrît a Kalekoya Jêr bi telîmata Serok Erdogan ket xizmetê

Tesîsa SETa Hîbrît a Kalekoya Jêr bi telîmata Serok Erdogan ket xizmetê

Li Gença navçeya Bîngolê, Tesîsa Santrala Enerjiya Tavê (SET) a Hîbrît a Kalekoya Jêr ya ku çêkirina wê temam bû, bi merasimê ji bo xizmetê hat vekirin.

Serok Erdogan jî bi rêya vîdeo konferansê beşdarî merasimê bû.

Piştî nîşandana dîmena bi giştî ya tesîsê, Alîkarê Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Siruştî Şeref Kalayci, Waliyê Bîngolê Kadir Ekinci û endamên din ên protokolê bi telîmata Serok Erdogan qurdele jê kirin, tesîs vekirin.

Li Tesîsa Hilberîna Ceyranê ya Lixweveger a Yekbûyî ku ji hêla Koma Vejena Kalehanê li Bîngolê hat çêkirin, bi emilandina hîdroelektrîk û vejena tavê va 580 megavat ceyran tê hilberîn ku têra 450 malî dike.

Li santrala enerjiya hîbrît a ku li Tirkiyeyê ewil e û li Ewropayê ya herî mezin e, 200 hezar panelên tavê hene.

Li SETa li ser erdekî milyonek metrekareyî hat avakirin, 44 hezar profîlên qolon û zêdeyî milyonek metre qablo hatin emilandin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE