Li Mêrdînê tesîsên ku masiyên sorbelek hildiberînin li ser çemê avaspî hatine avakirin. Salê tenê ji wan tesîsan 205 ton masî tên hilberîn. Ev masî him di loqenteyan de tên xwarin him jî tên firotin.
Masiyên sorbelek cureyekî masiyên çem e ku zû mezin dibin.
Bi taybetî di nav çemê Avaspî de zêde çêdibin.
Niha li ser vî çemî tesîsên gihandina masiyên çem hatine avakirin.
Rêveberiya çandinî û daristanan jî rasterast piştgiriyê dide masîvanan.
Li wan tesîsan him masî tên firotin him jî wek biraştî tên servîskirin.
Eleqeya ji bo masiyên sorbelek li herêmê her ku diçe zêde dibe.
Li 6 tesîsên li ser çemê Avaspî salê 205 ton masî tên hilberandin.