Hat ragihandin ku testa vîrusa koronayê ya tîpa nû (Kovîd-19) ya Alî Koçê Serokê Kuluba Fenerbahçeyê pozîtîf derket û li malê dermankirina wî dewam dike.
Di daxuyaniya Fenerhabçeyê da wiha hat gotin: "Testa Kovîd-19ê ya Alî Koçê Serokê Kuluba me duh pozîtîf derket. Rewşa serokê me vê gavê baş e, îzolasyon û dermankirina wî li malê dewam dike. Em bi rêzdarî elamî raya giştî dikin."AA