Serokwezîrê berê û Parlementerê Îzmirê yê AK Partiyê Bînalî Yildirim eşkere kir ku testa wî ya vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) pozîtîf derket.
Yildirim di parvekirina xwe ya ji ser hesabê xwe yê Twîtterê da diyar kir ku vê sibê ji ber bêhaliyê bi xanima xwe Semîha Yildirimê ra çûn Nexweşxaneya Bajêr a Enqereyê.
Yildirim agahiya "Di encama tetqîqên hatin kirin da encama testa me ya Kovîd-19ê pozîtîf derket." û got ku "Rewşa me baş e, tu tiştê neyinî tune. Doxtorên me guncav dîtin ku em vê pêvajoyê li malê derbas bikin. Em ji welatiyên xwe tika dikin ku bi taybetî riayetî rêbaza TMMyê bikin. Em dia dikin û li benda diaya ne."
AA