Li Erdîşa Wanê ji bo ku tiriyê navdar ê herêmê zêdetir were çandin midûriya çandiniyê bi sedan şitil belav kirin. rayedar dixwazin di hilberîna tiriyan de erdîş jî bibe bazareke mezin.
Li ser axa Erdîşa Wanê 3 hezar sal in tirî tê çandin.
Lê li navçeyê çandina tiriyan her ku diçe kêmtir dibe.
Midûriya Çandiniyê ya Wanê ji bo ku cotkar û gundiyên herêmê dîsa berê xwe bidin tiriyan şitil belav kirin.
Li axa Erdîşê ya bibereket gelek sebze û fêkî jî hêşîn dibin.
Rayedar dixwazin ev teşwîq û piştgirî dewam bikin û li Erdîşê bazareke nû ava bibe.
Midûriya Çandinê ya bajêr heta niha 600 hezar şitlên gûzan, firingiyan û kartolan belav kirine.