Teswîrên merivan û peykerên li Karahantepeyê

Teswîrên merivan û peykerên 3 ber ên li Karahantepeyê dê dîrokê ronî bikin

Teswîrên merivan û peykerên li Karahantepeyê

Berhemên ku li Karahantepeyê hatin derxistin yê ku şûnwarekî girîng ê serdema Neolîtîkê ye, şiyana hunerî ya mirovên ku 11 hezar sal berê jiyane, nîşan didin.

Piştî ku bi beşdariya Wezîrê Çand û Turîzmê Mehmet Nurî Ersoy va merasima danasîna Karahantepeyê hat kirin ya ku di nava sînorên Xelîliyeya navçeya Rihayê da dimîne, şûnwarê dîrokî yê ku berhemên ji serdema Neolîtîk lê ne, cardin bala hemû dinyayê kişand vê herêmê.

Serokê Kolana Şûnwarê Dîrokî Karahantepeyê Prof. Dr. Necmî Karul ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir, sala 2019an wan dest bi kolanên li Karahantepeyê kir û wan di demeke kin da sezoneke berhemdar a ji hêla arkeolojîk derbas kir.

Karul diyar kir, di kolanan da wan avahiyek derxist holê ku bereya wê 23 metre ye û ew ji ser rûyê erdê berjêrî heta 5,5 metreyan bûn ku ev encama endazyariyeke serkeftî ye.

Peykerên însanan balê dikişînin

Karul bal kişand, berhemên ku heta niha li Karahantepeyê hatin derxistin, dişibin yên ji Gobeklitepeyê hatin derxistin, lêbelê ji hinek hêlan va jî ji hev cuda dibin û wiha dewam kir:

"Di kolanên me yên li Karahantepeyê da hejmara peykerên 3 ber ên ku me derxistin pir e, ji ber ku hejmar zêde ye jî derdikevin pêş. Li Muzeya Arkeolojiyê ya Şanliurfayê der heqê vê da Pêşangeha Însanê Neolîtîk ê li Karahantepeyê hat lidarxistin."

Hêkela sê ber a merivê ku piling li piştê ye

Prof. Dr. Karul diyar kir, di nav hêkelên 3 ber ên ku li Karahantepeyê hatin derxistin da mînaka herî baş jî hêkela merivê ku piling li piştê ye.

Karul got, "Tişta ku bala meriv dikişîne ew e ku di hêkelê da sêwirandina pilingê ye. Wekî hûn dizanin li Girê Mirazan jî heywanên bi vî rengî li ser keviran hatine sêwirandin û nepixandin, wekî ku wê êrîş bikin, li ser hatine çêkirin." û wiha dewam kir:

"Li ser pişta merivekî çêkirina resma heywanekî dibe ku tê meneyekê. Dîsa wekî ku wê êrîş bike, devê heywanê vekirî ye, diranên wê dixûyên, lê li ser pişta merivekî ye. Şîrovekirina vê pir zehmet e ku tê çi meneyê. Qasî ku dixuyê 11 hezar sal berê di dewra Neolîtîk da têkiliya ku merivan bi heywanan ra daniye, ji îro pir pir cudatir e. Li gor me ev têkiliyeke aştiyane ye."

Karul bi bîr xist ku dewra ku eser tê da hatine çêkirin, dewra nivîsê nebûye, şîroveyên ku li ser berhemên vê dewrê tê kirin, bi temamî şîroveya arkeolog an jî kesên ku eleqeya wan li ser mijarê heye ye.

Karul diyar kir, meriv dibîne ku di vê dewrê da qabiliyeta hunerê ya merivan çawa ye û wiha dewam kir, "Êdî 3 ber û şematîk nînin, uslûbeke rastîn hatiye neqandin. Em van mînakan di dewra Hîtîtê da dibînin. Ev jî dide nîşan ku merivên Dewra Neolîtîk çi qas jêhatî ne, serkeftî ne û qabilyeta wan heye."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE