Li Gewaşa Wanê, ji aliyê tîmên xelaskirinê yên umke’yê û serokatiya bobelat û rewşa bilez afad’ê li tesîseke kaşûnê tetbîqata aşîtê hat kirin.
Tîmên Xilaskirinê yên UMKE’yê û Serokatiya Bobelat û Rewşa bilez AFAD’ê li hemberî talûkeya aşîtê, li Westana Wanê tetbîqeta lêgerîn û xelaskirinê kir.
Li gorî tetbîqatê 3 sporvanên kaşûnê di bin aşîtê de mane û ji tîmên xelaskirinê û cendermeyê alîkariyê dixwazin. Ekîb bi rê ketin û çûn cihê bobelatê.
Di tetbîqatê de 3 kesên di bin aşîtê de mane, bi xebateke serkeftî hatin xelaskirin.
Rayedar dibêjin, heke aşît an jî bûyereke wisa lezgîn çêbê dê tîmên me û cenderme bi helîkopter û wesayidên modern ên berfê bi lez mudaxele bikin.