Tevdîr û kontrolên li dijî vîrûsa koronayê li seranserê welêt dewam dikin. Li Muşê jî di çarçoveya tevdîran de hemû market û dikan tên kontrolkirin. Kargeh û kesên ku li gorî tevdîran hereket nakin hatin cezakirin.
Kontrol û tevdîrên li dijî koronayê li seranserê welêt dewam dikin
Di vê çarçoveyê de li Muşê jî kontrolên li ser market û dikanan bênavber dewam dikin.
Ekîbên polîsan, him kargehan him jî kesên ku li wan deran danûstandinê dikin kontrol dikin.
Di kontrolan de kargeh û kesên ku guh nadin tevdîran tên cezakirin.
Hat ragihandin, kontrol wê heya ku tesîra koronayê şikiyaye dewam bikin.