Tevdîra li hemberî vîrûsa koronayê

Mehmet Başyiğitê koftefiroş pêşî pereyan dezenfekte dike paşê hiltîne

Tevdîra li hemberî vîrûsa koronayê

Li Meletiyê welatiyekî ku kofteyan difiroşe, naxwaze vîrûsa koronayê belav bibe. Ji bo vê jî gava welatî jê kofte dikirin û pere didinê, pêşî pereyan dezenfekte dike, paşî hiltîne.

Vîrûsa koronayê bi gelek aweyan belav dibe.

Pispor dibêjin dibe ku vîrûs bi pereyan jî belav bibe.

Li hemberî vê talûkeyê tevdîrên cuda tên girtin.

Li Meletiyê koftefiroşê bi navê Mehmet Başyiğit li hemberî talûkeya vîrûsê bi xwe tevdîrekê digire.

Başyiğit pereyên ku welatî didinê, pêşî dixe ava dezenfekteyê û baş paqij dike, paşê hiltîne.

Welatiyên ku jê kofteyan dikirin jî ji vê tevdîrê memnûn in.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE