Piştî şewba koronavîrûsê li Tirkiyê jî hat tespîtkirin, li seranserê welêt tedvîrên berfireh hatin girtin. Li Cizîrê jî him welatî him jî saziyên dewletê ji bo nexweşî belav nebe tevdîrên girîng distînin. Di çarçoveya van tevdîran de esnafên Cizîrê li hev civiyan û qerarek sitandin. Herwiha li ser erêkirina Qaymeqamtiyê û li gorî vê qerarê hin esnaf wê dikanên xwe 14 rojan venekin.
Tevdîrên li dijî vîrûsa koronayê piştî rewş çêtir bû hatin sistkirin.
Lê van rojan ji ber bêtevdîriyê hejmara nexweşan zêde dibe
Him saziyên dewletê him jî wezîfedarên tenduristiyê dibêjin hay ji xwe hebin, lewra vîrûs hêj bi temamî têk neçûye.
Li Cizîrê jî him welatî him jî saziyên dewletê ji bo nexweşî belav nebe tevdîrên giring distînin.
Di çarçoveya van devdîran de esnafên Cizîrê li hev civiyan û qerarek sitandin.
Li gorî vê qerare esnaf ji bo nexweşî zêdetir belav nebe û were kontrolkirin wê dikanên xwe 14 rojan venekin.
Welatî dibêjin; ji bo tenduristiya xwe û bajarê xwe divê em hay ji xwe hebin.