Li Gaziantepê bi dronê baxçeyên fistiqan diparêzin. li hemberî îhtimala diziyê notirvanê baxçeyan bi dronê çavdêriyê dike.
Fistikên Gaziantepê gelek navdar û hêja ne.
Ji bo li baxçeyan dizî neyê kirin, notirvan her tim wan diparêze.
Ji bo parastina baxçeyên fistiqan êdî dron jî tên bikaranîn.
Notirvan bi drobê çavdêriya her aliyê baxçeyan dike.
“Ji bo parastina berên baxçeyan çi ji destê min tê ez dikim. Ez bi şev li baxçeyan peya digerim, car caran bi motosîkletê digerim, bi şev û roj jî dronê difirînim û baxçeyan diparêzim. “
Notirvan Xelîl Îbrahîm Şahîn bi salan e ku vî karî dike.