Ji ber şewba vîrûsa koronayê li girtîgehan hevdîtina mehkûm û nasên wan hatibû qedexekirin. Di 1ê hezîranê de heyama normalbûnê dest pê kir. Lı girtîgehan jî hevdîtın serbest dibin. Xizm û nasên mehkûman di çarçoveya tevdîran de dikarin biçin serdana mehkûman.
Di çarçoveya tevdîrên li dijî vîrûsa koronayê de li girtîgehan hevdîtina mehkûm û nasên wan hatibû qedexekirin.
Piştî 1ê Hezîranê heyma normalbûnê dest pê kir û qedexeya hevdîtina mehkûman jî bi qismî hat rakirin.
Serdozgerê Komarê yê Erdîşê Osman Kara derbarê tevdîrên li girtigehan de agahî da.
Serdozgerê Komarê yê Ercîşê Osman Kara got: ”Wezareta me ya Dadê ji bo nexweşî li hepsan belav nebe tevdîrên berfireh standin. Dema kesek were hepsê personelên me agirên laşê wî dipîvin. Ger ji 38 dereceyan zêdetir bê tên şandin saziyên tenduristiyê.”
Serdozger Kara got li saziya me tu nexweşê koronayê tune û ji bo hevdîtinan odeyên taybet amade kirine.
Serdozgerê Komarê yê Ercîşê Osman Kara got:”Me ji bo hevdîtina mehkûm û nasên wan odeyên taybet amade kirin. Di navbera wan de cam heye. Ew ê hev û du bibînin. Her wiha ode piştî her hevdîtinê tên paqijkirin.’’
Di çarçoveya tevdîran de welatî dikarin mehê carekê herin girtigehan û mehkûman ziyaret bikin.