"Tevdîrên ji bo vîrusa koronayê" : Berber û kuafor ji saet 18.00î pê va wê heta demeke berwext girtî bin

Wezareta Karên Navxweyî di biryarnameya pêvek a bi sernava "Tevdîrên ji bo vîrusa koronayê" da ku ji walîtiyên 81 bajarî ra şan da ragihand ku îro saet ji 18.00an pê va wê hemû kar û xebatên li berber, kuafor û navendên bedewiyê bo demeke berwext bên sekinandin.

Wezareta Karên Navxweyî berê ji walîtiyên 81 bajarî ra bo parastina siheta gel biryarname şand û xwest ku bila gelek cihên ji gel ra vekirîne di çarçoveya tevdîrên ji bona vîrusa koronayê ya nû hatin hildan da bên girtin. Wezareta Karên Navxweyî piştî ku bi Wezareta Tenduristiyê ra şêwr kir, biryarnameyeke pêvek jî ji bo berber, kuafor û navendên bedewiyê  şand walîtiyên 81 bajarî.

Li gor biryarnameya Wezareta Karên Navxweyî berber, kuafor û navendên bedewiyê îro ji saet 18.00an pê va wê heta demekê bên girtin.

Hat xwestin ku bila biryar bêkêmasî bê sepandin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE