Tevdîrên li dijî koronayê

Navenda Perwerdeya Gel ji bo xebatkarên tenduristiyê maskeyan çêdike

Tevdîrên li dijî koronayê

Li herêmê tevdîr û xebatên li dijî vîrûsê dewam dikin. Navenda perwerdê ya gel a Elazigê maskeyan çêdike. Li rihayê jî, marketên danûstandinê, ji bo ewlehiya mişteriyan tevdîrên xwe zêdetir kirin.

Li dijî vîrûsa koronayê, li çar aliyên welêt xebat dewam dikin.

Li Elazigê, Navenda Perwerdê ya gel, ji bo xebatkarên tenduristiyê maskeyan çêdike.

Li navendê rojê nêzî hezar maske tên çêkirin û ji bo vê pere jî nayê standin.

“Ji nexweşxaneya bajêr a Fethî Sekîn ji me re hat gotin ku hewcedarî bi maskeyan heye. Me jî demildest haziriyên xwe kirin û em bi hosteyan re axivîn. Em ê li vir rojê hezar heb maske çêkin.”

Li Şanliurfayê jî, marketên danûstandinê tevdîrên xwe zêdetir kirin.

Rêvebirên marketeke mezin him nav dikanan paqij dikin him jî ji bo mişteriyên xwe çi hewce be dikin.

Xebatkarên marketê bi cihazan li ber derî ne û kela laşê mişteriyan dipîvin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE