Tevdîrên li dijî şewbê

Polîsan bi dronê kuçe û kolanên bajêr kontrol kirin

Tevdîrên li dijî şewbê

Di çarçoveya tevdîrên li dijî şewba vîrûsa koronayê de li Vanê jî derketina derve qedexe ye. Polîsan li bajêr wesaîtên ku derketine trafîkê kontrol kirin. Her wiha bi dronan jî taxên bajêr ji jor ve hatin şopandin.

,

Ji ber şewba vîrûsa koronayê, li hin bajarên mezin derketina derve qedexe ye.

Ji van bajaran yek jî Wan e. Li seranserê bajêr kontrolên polîsan hebû.

Polîsan wesaît yek bi yek dan sekinandin û belgeyên wan ên ji bo derketina derve kontrol kirin.

Her wiha bi dronan kuçe, kolan û taxên bajêr jî, ji jor ve hatin şopandin.

Vê hefte qedexeya derketina derve 4 roj in. Kontrolên polîsan jî dê 4 rojan dewam bikin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE