Tevdîrên li dijî şewba koronayê

Ji bo nexweşî zêdetir belav nebe têketin û derketina gund hat girtin

Tevdîrên li dijî şewba koronayê

Ji bo selameta tenduristî û ewlehiyê welatî karantînaya xwe êdî bi xwe îlan dikin. Li Derika Mardînê mixtarê gundê heboşiyê nivîsek daliqand têketina gund. di nivîsê hat gotin têketin û derketina gund qedexe ye. niha li gund nexweşî tune ye. lê ev nivîs ji bo hişyariyê hat daliqandin.

Li seranserê welêt li dijî şewbê gelek tevdîr tên standin. Ji wan tevdîran ya herî girîng jî divê em ji malê dernekevin.

Mixtarê gundê Heboşiyê yê Derika Mardînê, ji bo şewb zêdetir belav nebe li pêşiya gund nivîsek daliqand.

Li gundê Heboşiyê nexweşiya koronayê tune, lê ev nivîs ji bo parastinê hatiye nivîsandin.

Mixtar ji bo kes ji malê dernekeve her roj bi kurdî hişyar jî dike. Gundî ji hişyariyan gelek memnûn in.

Dixwazin bila her kes guh bide hişyariyan û welatê me ji vê nexweşiyê xilas bibe.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE