Tevdîrên li dijî şewba koronayê

Li Elazığê xebatkarên tenduristiyê ji bo îzolasyonê di konteyneran de dimînin

Tevdîrên li dijî şewba koronayê

Li Elazığê xebatkarên tenduristiyê yên nexweşxaneya zanîngeha firatê him ji bo parastina wan, him jî ji bo îzolasyonê di konteyneran de hatin bicihkirin.

Li Elazığê ji bo parastina xebatkarên tenduristiyê, tevdîrên nû tên girtin.

Di çarçoveya tevdîran de hin xebatkarên tenduristiyê yên li Nexweşxaneya Zanîngeha Firatê ji bo parastin û îzolasyona wan di konteyniran de hatin bicihkirin.

Xebatkar li konteyneran wextê xwe bi xwendika pirtûkan û xebatê derbas dikin.

Rektorê Zanîngeha Firatê Kutbeddin Demirdağ derbarê tevdîran de got,"Em ji bo xebatkarên xwe tevdîran digirin."

Kutbeddin Demirdağ:"Em ji bo parastina xebatkarên xwe tevdîran digirin. Me herî dawî xebatkarên xwe yên ku di beşa pandemiyê de dixebitin,ji bo parastin û îzolasyonê di konteyneran de bi cih kirin.Her wiha me wargehên xwendekaran jî ji bo xebatkarên xwe tehsîskirin."

Li beşa pandemiyê ya Nexweşxaneya Zanîngehê him ji bo parastina nexweşan, him jî ji bo bijîşk û xebatkaran tevdîrên nû jî tên girtin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE