Li Seranserê welêt, li dijî şewba vîrûsa koronayê xebat tên kirin. ekîbên şaredariyan ji bo paqijiyê dixebitin. ekîbên ewlekariyê jî, di wesaîdên çûnûhatinê de kontrolan dikin.
Li her bajarî, ji bo parastina tenduristiya gel bi destê saziyên dewletê xebat tên kirin.
Ekîbên Tenduristiyê yên Şaredariya Adiyamanê her roj bi deterjanê kolanan dişon.
Ekîb ji bo ku di xizmetê de astengî çênebe bi wardiye
dixebîtîn.
MALAZGİRT MUŞ
Li Malazgirta Muşê jî ekîbên şaredariyê, li dijî vîrûsa koronayê xebatên paqijiyê dikin.
Ekîban dolmuş, texsî û wesaîtên çûnûhatinê bi derman paqij kirin.
NUSAYBİN
Li Nusaybina Mardinê, di çarçoveya xebatên li dijî vîrûsa kornayê de paqijî dewam dikin.
Ekîbên şaredariyê park û cihên lîstikan dezenfekte kirin û ji bo ku welatî ji malê dernekevin ew hişyar kirin.
IĞDIR
Zanîngeha Igdirê jî, ji bo ku xebatên paqijiyê bi rehetî werin kirin, dest bi çêkirina defenfektanan kir.
Li zanîngehê di Beşa Kîmya û Teknolojiyê de dezenfektan tê çêkirin û zanîngeh bi vê dezenfektanê tê paqijkirin.
ERCÎŞ VAN
Li Ercîşa Vanê di çarçoveya xebatên ji bo parastina tenduristiya gel de polîsan li ser riyan kontrol kirin.
Polîs wesaîtên çûnûhatinê yên komî sekinadin û derbarê tevdîran de agahî dan şofêran.