Di çarçoveya tevdîrên li dijî şewba vîrûsa koronayê de li gelek bajaran bikaranîna maskeyan mecbûr e. Ji van bajaran yek jî Mardin e. Ekîbên koma wefayê li dêrika mêrdînê 3 hezar rûpêç belav kirin.
Wezareta Karên Navxweyî di çarçoveya tevdîrên li dijî koronayê de ji bo 30 bajaran bikaranîna maskeyan kir mecbûrî.
Şaredariya Dêrika Mardinê jî biryar da ku maskeyên ku li Navenda Piştevaniya Jinan hatibûn çêkirin li velatiyan belav bike.
Endamên Koma Wefayê beriya Cejna Remazanê bi hezaran maske belav kirin.
Koma Wefayê li ser riyan wesaît sekinandin û rûpêç dan ajokaran.
Her wiha endamên komê çûn serdana esnaf û malan jî û li wan maske belav kirin.
Koma Wefayê beriya cejnê li navçe û gundan nêzî 3 hezar maske belav kirin.