Ji ber şewba koronayê gel ji malê dernakeve. Ji bo ku tirsa vîrûsa koronayê, tenduristiya mirovan xera neke li diyarbekirê piştgiriya psîkolojiyê dest pê kir.
Vîrûsa koronayê mîna agirê sor li dinyayê belav dibe. Ji vê musîbetê bi hezaran kes canê xwe ji dest dan.
Şewba koronayê, bi tenê nakuje. derûniya mirovan jî xera dike. Lewma jî gelek kes ji vê nexweşiyê pir ditirsin.
Wezareta Malbat, Xebat û Xizmetên Civakî, li dijî vîrûsa koronayê, li 81 bajaran dest bi xebatên civakî kir.
Li Diyarbekirê jî, bi vê mebestê, Navenda Piştgiriya Psîkolojîyê ket xizmetê.
Li navendê 18 derûnnas û civaknas, 24 saet bêpere xizmeta psîkolojiyê didin.
Hemwelatî dikarin bi têlefonê li xeta 444-89-21ê bigerin û ji pisporan alîkarî bistînin.