Tevdîrên li dijî vîrûsa koronayê

Li hemû bajaran tevdîrên berfireh tên girtin.

Tevdîrên li dijî vîrûsa koronayê

Li hemû bajaran, li dijî şewbê tevdîrên berfireh tên girtin. Tax û kolan tên dermankirin, zanîngeh derzenfektanan çêdikin. Welatî tên hişyarkirin. Niha tevdîrên ku li seranserê welêt hatine girtin tê ser ekranê.

Li Ahlata Bitlisê di çarçoveya tevdîran de, tax û kolan bi ava derman tên şûştin.

Şaredarê Ahlatê Mümtaz Çoban derbarê xabatan dezenfeksiyonê de agahî da û got ji bo paqijiyê em bişev û roj dixebitin paqijiyê saziyên dewletê, cihên bazarê, nexweşxaneyan dezenfekte dikin.

Zanîngeha Bingolê, ji bo xebata li dijî vîrûsê, dest bi çêkirina dezenfektanan kir.

Li Navenda Lêkolîn û Laboratuvara zanîngehê, rojê ton û nîvek dezenfektan tê çêkirin.

Dezenfektan li gorî hewecedariya saziyan tê belavkirin.

Li Karsê jî tevdîrên berfireh tên girtin. Di çarçoveya tevdîran de dermanxaneyan, branda danî navbera xebatkar û mişteriyan.

Bi vî awayî personelên dermanxaneyan bi mişteriyan re mesafeya xwe diparêzin.

Him xebatkar him jî mişterî ji vê sîstemê memnûn in.

Li Nusaybina Mardinê jî, Midûriyeta Ewlekariyê vîdeoyek hat amade kir.

Di vîdeoyê de bi zimanê kurdî jî hişyarî hat dayîn welatiyan. Ji welatiyan hat xwestin ku baldar bin û ji mala xwe dernekevin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE