Tevdîrên li hemberî koronayê

Xebatkarên PTT'ê û wezîfedarên ewlehiyê li malan teslîmatê dikin

Tevdîrên li hemberî koronayê

Li hemberî şewba koronayê şaxên PTT'ê hatin girtin, xebatkarên PTT'ê û wezîfedarên ewlehiyê pereyê piştgiriya civakî ya ku dewlet dide hewcedaran, li malên wan teslîmê wan dike. Bi vê yekê li şaxên postexaneyan mirov kom nabin û rîska belavbûna şewbê kêm dibe.

Ji ber rîska nexweşiya koronayê şaxên PTT'yan hatin girtin.

Êdî xebatkarên PTT'ê û wezîfedarên ewlehiyê wê mal bi mal bigerin û pereyê piştgiriya civakî bidin malbatên hewcedar.

Li Batmanê ji bo 22 hezar malbatî ev xizmet tê kirin.

Li Siirtê xebatkarekî PTT'ê ligel notirvanan mal bi mala digere û pereyê wan teslîm dike.

Vê ximzetê dilê kal û pîran û kesên astengdar şad kir.

Lewra ji bo wan çûyîn û hatin zehmet e.

Bi vê xizmetê mirov jî zêde nêzî hev nabin.

Lewra nêzikbûn sedema belavbûna şewba koronayê ye.

Piştî ku ev xizmet hat dayîn, şaxên PTT'yan hatin girtin êdî li ber postexaneyan qelebalix çênabe.

Wezîrê Tenduristiyê Fahrettin Koca gotibû ku li ciyekî wek Stenbolê kesek dikare nexweşiyê bigihîne 16 kesan.

Ji bo vê jî mirov çi qas ji hev dûr be ew qas baş dibbe.

Li Kiziltepeya Mardinê jî xebatkarê postexaneyê pereyê malbatên hewcedar kir nav zerfan û teslîmê wan kir.

Heta ku rîska şewba koronayê hebe ev xizmet dê bê dayîn.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE