Li Bingölê li hemberî şewba koronayê welatî tên hişyarkirin. Vê carê jî li nav bajêr li ser bîlbordan vegotinên herêmî hatin nivîsandin. Bi vê yekê bîlbord him bala gel dikşînin him jî gel tê hişyarkirin.
Hişyariya ji bo mesafeya ji hev dûrbûnê...Ya ji bo maskeyê...Û hişyariya karantînayê...
Şaredariya Bîngolê ji bo ku gel bê maske dernekeve derve, guh bide mesafeya ji hev dûrbûnê xebateke rengîn da destpêkirin.
Li nav bajêr li ser bîlbordan vegotinên herêmî hatin nivîsîn.
Ev yek him bala gel dikşîne him jî gel tê hişyarkirin.
Ev dîmenan li ser medyaya civakî jî gelek hatin parvekirin û ecibandin.