Li herêmê ji bo zevî werin avdan kanalên avê hene. Rojên havînê zarok ji bo xwe hênik bikin dikevin kanalan.lê talûkeya xeniqînê heye. Li hemberî vê talûkeyê li ber kanalan têl tên kişandin.
Li herêma GAP'ê ji bo avdaniya zeviyan gelek kanalên avê hene.
Leza ava kanalan gelek zêde ye.
Rojên havînê li gundên nêzî kanalan, zarok ji bo xwe hênik bikin dikevin avê.
Lê talûkeya xeniqînê gelek zêde ye.
Ji bo zarok nekevin avê li ber kanalan têl tê kişandin, lewheyên hişyariyan tên danîn.
Midûrê 15. Herêma DSİ'yê ahmet Ersin Gökçe: Di sînorên midûriyeta herêma me de, bi temamî 568 kîlometre kanala sereke, ligel kanalên zêde û yên tehliyeyê, bi temamî 7 hezar kîlometre kanal heye. Leza avê di kanalan de gelek zêde ye. Heta niha ji bo 458 kîlometreyî me tevdîrên wek hişyariyan girtin. Me 200 kîlometre têl kişand û em ê 300î jî bikşînin.
Li hemberî talûkeya xeniqînê welatî tên hişyar kirin û divê malbat jî her tim zarokên xwe hişyar bikin.