Bankeya navendê ji bo tesîrên koronayê yên li ser fînans û aboriyê bişikîne tevdîrên nû eşkere kirin. Ji bo krediya bênavber ya ji bo sektora reel dê îhaleyên swapê werin kirin. Fîrmayên îxracatkar dê karibin 60 milyar lîre krediya reeskontê bikişînin.
Krediya ji bo sektora reel dê bê navber dewam bike.
Lîkîdîteya piyaseya Senedên Deyndariya Navxweyî ya Dewletê dê were zêdekirin.
Li bankeyan jî dê di îdarekirina lîkîdîteyê de hêsanî werin kirin.
JI ÎXRACATKARAN RE KREDIYA REESKONTÊ
Rêjeya Krediyê(tl)
Eximbank 20 Milyar
Bankeyên Kamûyê 30 Milyar
Bankeyên Taybet 10 Milyar
Bitevahî 60 Milyar
Bankeya Navendê li hemberî koronayê tevdîrên nû xistin dewrê.
Fîrmayên îxracata mal û xizmetan diKin dê karibin 60 milyar lîre krediya reeskontê bikişînin.
20 milyar lîreyê vê lîmîtê dê bi riya Eximbankê, 30 milyarê wê jî dê bi riya bankeyên kamûyê were dayîn.
Ji sedî 70yê krediyên ku wê bi bankeyên ji bilî Eximbakê werin bikaranîn dê were dayîn KOBİ'yan.
Lîmîta krediyan a li gorî fîrmayan dê ji bo KOBİ'yan 25 milyon lîre, ji bo fîrmayên din jî dê 50 milyon lîre be.
Di çarçoveya tevdîrên nû de tê xwestin ji bo sektora reel jî bi awayekî berdewamî kredî were dayîn.
Di vê çarçoveyê de ji bo 6 mehan dê îhaleyên swapê yên lîreyê Tirkiyê werin kirin.
Bankeyên di piyaseyê de dê karibin Senedên Deyndariya Navxweyî ya Dewletê ku ji Fona Sîgorteya Betaliyê kirîne bifiroşin Bankeya Navendê.