Ji cejnê re bi tenê çend roj man. Lêbelê ji ber şewba koronayê welatî wê divê cejnê de li malê bin. Tevî qedexeyê welatî daketin sûk û bazaran û dest bi amadehiya cejnê kirin.
Meha Remezanê diqede û roja yekşemê cejna Remezanê dest pê dike.
Lê îsal welatî wê ji ber tevdîrên li dijî şewba koronayê di cejnê de li malê bin.
Lêbelê beriya qedexeyê li sûk û bazaran tevgerdarî heye.
Esnafan jî destgehên xwe vekirine û weke salên berê nebe jî dîsa danûstandin heye.
Ji şekir û beharatan bigirin heta kolonya û cil bergan her tişt derketine ser destgehan.
Di cejnê de qedexeya derketina derve heye lê welatî zarokên xwe bê şekir nahêlin.