Teyareya partiya teze ya CoronaVaca aşiya Sînovacê bar kiribû hat Türkiyeyê.
Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Tenduristiyê da hat diyarkirin ku teyareya partiya nû bar kiribû îro ber destê sibê hate Balafirgeha Esenboxayê ya Enqereyê.
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku piştî çend hefteyan aşiya CoronaVacê dîsa anîn Türkiyeyê û wiha hat gotin: ""Balafira ku aşiya CoronaVacê ya fîrmaya Sînovacê çêkiriye tê da bû, serê sibê li Balafirgeha Esenbogayê danî. Dema karûbarên fermî werin temamkirin û piştî kontrolên li Depoya Derman û Aşiyan a Tenduristiya Gel em ê aşiyan sewqî nexweşxane û navendên tenduristiya malbatê bikin ku werin bikaranîn."
Hat destnîşankirin ku bi saziyê ra ji bo 100 hezar doz aşiyê peyman hatiye çêkirin.
AA