Îtfaiyeya İstanbulê ragihand agirê ku bi Mizgefta Vanîkoyê ket ji ber tesîsata ceyranê derket

Îtfaiyeya İstanbulê ragihand agirê ku bi Mizgefta Vanîkoyê ket ji ber tesîsata ceyranê derket

 Îtfaiyeya Şaredariya Bajarê Mezin a İstanbulê ragihand, agirê ku bi Mizgefta Vanîkoyê ya dîrokî ya li Uskudarê ketiye, ji tesîsata ceyranê derketiye.

Li gor daxuyaniya ku ji Şaredariya Bajarê Mezin a İstanbulê hat dayîn, Îtfaiyeya İstanbulê rapora xwe ya li ser sedema derketina agirê ku bi Mizgefta Vanîkoyê ya dîrokî ket, kuta kir.

Di encama tedqîqa ku ekîbên Serokatiya Daîreya Îtfaiyeyê kirin da rapor hat amadekirin û li gor raporê agir ji tesîsata ceyranê derketiye.

Di raporê da hat gotin ku qabloyên tesîsata ceyranê germ bûne û paşê agir pê ketine.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE