Wezîrê Çandinî û Daristanê Bekir Pakdemirlî ji bo Projeya Avdana Ceylanpinarê ya TÎGEM ku bi sermiyaneke nêzî 70 milyon lireyî hat çêkirin got ku wê sibê vekin û wiha domand: "Hedefa me ew e ku heta sala 2023an avê bigihêjin 150 hezar dekar erdê din û 820 hezar dekar zeviyî jî bidin avdan."
Pakdemirlî di daxuyaniya nivîskî ya weşand da destnîşan kir ku ew projeya avdanê ya Karsaziya Çandinî ya Ceylanpinarê ya saziya çandiniya herî mezin a Tirkiyeyê ku wê bi qasî 60 hezar dekar erd pê bê avdan temam bû û wê îro vekin.
Wezîr Pakdemirlî ragihand ku bi projeya nêzî 70 milyon lire lê hat xerckirin va wê zêdetir zêvî bên avdan. AA