THY dê seferên xwe yên navxweyî zêde bike

Ekşî ji ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyand ku ji ber ku hinek seferên rabirdûyê bi aweyekî neçarî ji tarîfeyê hatibûn derxistin bilêtên wan seferan betal bûbûn, lê ji ber vê yekê dê kes heqê xwe ji dest nede.

THY dê seferên xwe yên navxweyî zêde bike

Rêveberê Giştî yê Turkish Airlinesê (THY) Bilal Ekşî ragihand ku dê THY piştî 4ê hezîranê seferên xwe yên navxweyî zêde bike.

Ekşî ji ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyand ku ji ber ku hinek seferên rabirdûyê bi aweyekî neçarî ji tarîfeyê hatibûn derxistin bilêtên wan seferan betal bûbûn, lê ji ber vê yekê dê kes heqê xwe ji dest nede.

Ekşî wiha got, "Piştî 4ê hezîranê, weke TKyê ji Stenbolê bo 34 wîlayetên Anadoluyê, weke Anadolujetê jî ji Enqereyê bo 15 wîlayetan û ji Sabîha Gokçenê bo 14 wîlayetan dê seferên navxweyî bên kirin. Ji ber ku sferên navxweyî biqedem qedeme dihatin kirin, hinek seferên rabirdûyê bi aweyekî neçarî ji tarîfeyê hatibûn derxistin. Dê xwediyên wan bilêtên seferên ku betal bûbûn, mexdûr nebin. Dê bêlêt bêyê cizayê guhertinê û ferqa ucretê bê guhertin. Heke zêdetir ji 3 rojan bo sefera we mabe, ji bo rêgirîkirina qerebalixiyê piştretir li navendên meyên şêwrê bigerin."

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE