THY’ê Ji bo Elazığê seferên zêde danîn

Ji Îstanbul û Ankarayê 5 seferên zêde hatin danîn, bihaya bilêtan jî wê 150 TL be

THY’ê Ji bo Elazığê seferên zêde danîn

Rêhewaya Tirk eşkere kir ku ji bo Elazığê seferên zêde danîne. Wê bihaya bilêtan jî sabît be. Her wiha welatî wê bikaribin bilêtên xwe yên Elazığ û Malatyayê bê pere biguherînin.

Ji Enqereyê 2 sefer, ji Sabiha Gökçenê seferek ji bo Elazığê hat zêdekirin. Her wiha ji Balafirgeha Stenbolê jî seferek zêde wê biçe Elazığ û Malatyayê.

Bihaya bilêtên seferên zêde jî wê 150 lîre be.

Wekî din Rêhewaya Tirk eşkere kir ku bilêtên Elazığê û Malatyayê wê bêpere bên guhartin.

Rêwî, bilêtên xwe yên ku di navbera 24ê Çileyê û 2ê Sibatê de berê hatine kirîn, heke heta 31ê Çileyê serî lê bidin wê bikaribin heta 21ê Sibatê taloq bikin.

Heke bilêtên xwe bi kar nînin wê wê bihaya wê bê îadekirin.

Ev sepandin tenê ji bo seferên Rêhewaya Tirk û AnadoluJetê ye.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE