Rêheweya Tirkiyeyê (THY) wê li Balafirgeha Stenbolê îro xizmetê bide 103 hezar û 850 rêwiyan.
Midûrê Giştî yê THYyê Bîlal Ekşî daxuyand îro ji Balafirgeha Stenbolê 294 balafir wê rabin û 271 balafir jî wê daynin.
Ekşî got tevahî 565 sefer wê bên kirin û wiha dewam kir: "Bi tevahî emê xizmetê bidin 103 hezar û 850 rêwiyên xwe. Baş diçe, wê bêtir baş be."