Rêhewaya Tirk (THY) ragihand, heta 1ê hezîranê hemû seferên ku diçin Rûsyayê û ji wir tên sekinîn, di vê heyamê da di navbera Tirkiye û Rûsyayê da di hefteyê da du sefer wê werin kirin.
Li ser hesabê medyaya civakî ya THYyê daxuyanî hat dayîn û hat gotin ku biryar ji aliyê miqamên fermî va hatiye dayîn.
Di daxuyaniyê da wiha hat gotin:
"Di navbera 15ê nîsanê û 1ê hezîrana 2021ê da hemû seferên ku diçin Rûsyayê û ji wir tên sekinîn. Di vê heyamê da di navbera Tirkiye û Rûsyayê da di hefteyê da du sefer wê werin kirin."
AA