Welatiyên Tirk ên ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) li Amerîkayê asê mabûn îro bi balafireke taybet a Rêhewaya Tirkiyeyê (THY) va ji Los Angelesê rê ketin ku bên welêt.
Piştî ku seferên balafiran ên di navbera Amerîka û Tirkiyeyê betal bûbû hin Tirk li wir asê mabûn. THY seferên taybet li dar dixwe ku ew bikarin vegerin welêt.
Gelek rêwî piştî kontrola tenduristiyê bi saeta herêmî di saet 16.00an da balafarike ku hejmara wê 4906 e sîwar bûn.
Serkonsolosê Los Angelesê yê Tirkiyeyê Can Oguz û welatiyan alaya Tirkiyeyê vekirin.
Seferên balafiran ên di navbera Amerîka û Tirkiyeyê da ji ber şewba vîrusa koronayê di 27-28ê Adarê da hatibûn rawestandin. Di 23-24ê Nîsanê da ji bo welatiyên Tirk ên li Amerîkayê mane vegerin Tirkiyeyê ji Washîngton, New York û Los Angelesê 3 sefer hatibûn kirin.
Ji bilî vê di 15ê Gulanê da ji New York û Chîcagoyê, di 16ê Gulanê da ji Houstonê û di 17ê Gulanê da ji Mîamiyê, di 3yê Hezîranê da jî ji Chîcagoyê seferên taybet hatibûn kirin.AA