"Îtifaqeke bukalemunê ava kirine"

Erdogan li ber Rawestgaha Metroyê ya Nexweşxaneyê di mitînga AK Partiyê ya Yenîmahalleyê da axivî.

"Îtifaqeke bukalemunê ava kirine"

Serokomarê Tirkiyeyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan: "Îtifaqeke bukalemunê ya carê dikeve şiklekî ava kirine. Gorî nebzê şerbetê didin, li Rojhilatê cudakar, li Rojhilatê Ataturkparêz û li Enqereyê dibin ulkucî."

Erdogan li ber Rawestgaha Metroyê ya Nexweşxaneyê di mitînga AK Partiyê ya Yenîmahalleyê da axivî.

Serok Erdogan der barê Îtifaqa Gel da destnîşan kir îtifaqeke bukalemunê ya carê dikeve şiklekî ava kirine û wiha got: "Gorî nebzê şerbetê didin, li Rojhilatê cudakar, li Rojhilatê Ataturkparêz û li Enqereyê dibin ulkucî."

Erdogan balê kişand ser namzediya Mansur Yavaş û wiha axivî: "Lê geriyane û yekî li gor xwe dîtine. Kemal Efendî jî tam kesekî wekî xwe dîtiye. Serokê Giştî yê CHPyê di 9 salan da 9 hilbijartin winda kirin, ji bo Şaredariya Mezin a Enqereyê jî kesekî wekî xwe ku her tim têk diçe namzed nîşan da."

Serok Erdogan di berdewamiyê da diyar kir şexsê ku beriya hilbijartinê ji ber deriyê CHPyê nediçû, piştî hilbijartinê jî îstifa kir û tevlî karên tevlihev bû, niha dibêjin 'namzedê me ye' û cardin anîne ber xelkê Enqereyê û wiha got: "Tenê ev jî nîne, şaxa siyasî ya rêxistina cudakar jî hildane bin baskên xwe. Kesên marjînal, yên ji rê derketine û dijberên azan û alayê jî tevlî vê îtifaqê kirine."

Erdogan di berdewamiya xeberdana xwe da wiha peyivî: "Kemal Efendî tu bi neyarên azanê ra yî. Meral Xanim tu jî bi neyarên azanê ra yî. Jixwe hewce nake ez behsa HDPyê bikim. Heyf û mixabin Seadet jî bi wan ra ye."

Dîroka nûkirinê: 14 Adar 2019, 17:24
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE