Tiriyê Ercişê patent girt

Ji bo ku cureyên mêwên herêmî zêde bibin, dewlet dê piştgiriyê bide...

Tiriyê Ercişê patent girt

Tiriyê Ercişê ji heyama Urartuyan bi vir ve li herêmê ye û patent girt. Rayedar dixwazin çandiniya wan mêwan zêde bibe. Parlamenterê Vanê Abdulahat Arvas got “Dewlet dê ji bo vê yekê piştgiriyê bide cotkaran”.

Bi tehm û rengê xwe tiriyê Ercişa Wanê bêhempa ye.

Mêwên wî ji heyama Urartuyan bi vir ve, 2 hezar û 800 sal in li vî erdî hêşin dibin.

Borsaya Bazirganiyê ya Wanê 10 meh berê serî lê da ku ji bo vî tiriyê taybet patentê bigire.

Di dawiyê de tiriyê Ercişê belgeya xwe stend.

Rayedar dixwazin tiriyê Ercişê wenda nebe û mêwên wî li herêmê zêde bibin.

Êdî him qezanca cotkaran wê zêde bibe him jî berên Ercişê wê li bazarê bên nasîn.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE