Tiriyê Ercişê yê 3 hezar salî

Ji tiriyê endemîkê ku hat berhevkirin niha dims tê çêkirin...

Tiriyê Ercişê yê 3 hezar salî

Tiriyê Ercişê ji heyama Urartuyan û vir ve tenê li wê herêmê digihije. Tiriyê ku gelek navdar e ji rezan hat komkirin niha jî jê dimis tê çêkirin.

Tiriyê Ercîşê bi libên xwe yên mezin û reş, bi qalikê xwe yê tenik û bi tehma xwe ya şîrin gelek navdar e.

Ji heyama Urartuyan û vir ve tenê li vê herêmê digihije.

Heta li goristaneke ji heyama Urartuyan, di nav tasekê de dendikên vî tiriyî derketin.

“Di kolanên arkeolojîk ên li goristana urartuyan de derket ku di nav tasekê de dendikên vî tiriyî hene. Ev dendik ji bo miriyan weke diyarî hatine danîn.”

Ercîşî niha tiriyê xwe kom dikin û li aliyekî jî ji tiriyên xwe yên navdar dimsê çêdikin.

Welatî dimsa xwe çawa ji dê û bavên xwe ditîbin wisa çêdikin.

Dimsa xwe him ji bo malê him jî ji bo firotinê çêdikin.

Dîroka nûkirinê: 27 îlon 2019, 17:49
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE