Tiriyên ji berpalan tên komkirin dibin dimis

Cotkarên li Harmandovena gundê Hîzanê ji tiriyên tebiî dimsê çêdikin.

Tiriyên ji berpalan tên komkirin dibin dimis

Li Hîzana navçeya Bidlîsê dest bi komkirina tiriyên rêzan ên tebiî kirin, welatî ji tiriyan dimsê çêdikin.

Welatî ji tiriyên li rêzên berpalên çiyayên Hîzanê hêşin dibin bi salan e li gor rê û rêzikên berê dimsê çêdikin û dişînin bajarên din ên welêt.

Cotkarên li Harmandovena gundê Hîzanê ji tiriyên tebiî dimsê çêdikin.

Cotkarên ber destê sibê diçin rêzên xwe tiriyan bi baldarî kom dikin û dixin selikan, li hesp û hêştiran bar dikin û tînin gundê xwe.

Gundî qazanên xwe didin ser tendûra ji kevir û heriyê çêkirine, ava tiriyan bi qasî 5-6 saetan dikelînin, piştî karekî zehmet dixin dimis.

Yaşar Kisayê li ber tendura germ 20 sal e ligel germahiyê dimsê çêdike daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku diyar kir ku şeveqê zû diçin ji rêzan tiriyan tînin gund.

Kisa destnîşan kir ku tiriyan digivêşin ava wan derdixin, ava tiriyan qasî demekê didin sekinandin û wiha axivî:

"Em paşê avê berî qazanên li ser agir didin 5 an jî 6 saetan dikelînin û ava tiriyan dibe dimis. Ji 250 lître ava tiriyan 40 lître dimis derdikeve. Ev kara ji kal û bavên me maye. Tengaya 200 sal e em dimis çêdikin. Çêkirina dimis gelekî bi zihmet e. Em li ber agir disekinin. Zehf germ dibe. Bavê min 40 sal berê eva tendûra û di sala 1964an da jî hewza givaştina tiriyan çêkir."

Kisa got haveynê dimsê axa sipî ye û wiha axivî: "Gelek kes dimsê dixwazin. Ji ber ku organîk e ji navçeyan, Bidlîsê, Stenbol û bajarên din jî dixwazin. Fikra me ew e ku îsal kîloya dimsê bi 40 lireyî bifroşin. Ez di salê da kêm û zêde tonek dimis çêdikim."

Sidik Yildirimê 60 salî jî berdestê sibê diçin rêzan êvarê vedigerin.

Yildirim wiha axivî: "Em qismeke tiriyan difroşin. Ji qismekî jî dimis çêdikin. Ev ji ka û bavê me ji me ra maye. Ez di salê da 500 kîlo dimis çêdikim. Çêkirina dimis gelekî zor e."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE