Tirkiya osmanî bû dersa bijarte

Xwendekarên lîseyê divê heta 22ê Sibatê serî li dibistanan bidin...

Tirkiya osmanî bû dersa bijarte

Wezareta Perwerdeya Neteweyî Tirkiya osmanî li lîseya kir dersa bijarte. Xwendekarên ku bixwazin vî zimanî hîn bibin divê heta 22ê sibatê serî li dibistanan bidin. Endamên saziyên civakî yên sivîl bang li welatiyan dikin da ku xwedî li zimanê osmanî derkevin.

Dewleta Osmanî 600 salî li 3 parzemînan hikûmdarî kir.

Zimanê Împaratoriya Osmaniyan heta sala 1928’an tirkiya osmanî ya bi tîpên erebî bû.

Bi biryara hikûmeta AK Partiyê, Wezareta Perwerdeya Neteweyî zimanê Osmanî li lîseyan kir dersa bijarte.

Li liseyên dewletê heyama qeyda dersa bijarte dest pê kir. Xwendekarên polên 9,10, û 11an dikarin dersa bijarte tirkiya Osmanî hîn bibin.

Endamên Saziyên Civakî yên Sivil bang li welatiyan kirin da ku xwendekar dersa tirkiya Osmanî tercîh bikin.

Xwendekar divê heta 22ê Sibatê serî li lîseyan bidin.

Dîroka nûkirinê: 19 Çile 2019, 17:35
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE