Tirkiye di pêşketina însanî da di kategoriya herî bilind da ye

Tirkiye di sala 2018an da li gor Endeksa Pêşketina Însanî pûanê Tirkiyeyê derket 0,806an û di nav 189 welatan da derket rêza 59emîn

Tirkiye di pêşketina însanî da di kategoriya herî bilind da ye

Tirkiye di sala 2018an da li gor Endeksa Pêşketina Însanî pûanê Tirkiyeyê derket 0,806an û di nav 189 welatan da derket rêza 59emîn. Bi vê encamê va Tirkiye cara ewil ket kategoriya "pêşketina însanî ya pir bilind".

Bernameya Pêşketinê ya Neteweyên Yekbûyî (UNDP) li gor daneyên sala 2018an li ser Endeksa Pêşketina Însanî "Rapora Pêşketina Însanî ya 2019an" weşand.

Endeks li gor daneyên saziyên îstatîstîkê yên fermî yên welatan hat amadekirin. Di pêşketina însanî da Norveç yekemîn e, peyê ra Swîsre, Îrlanda, Almanya û Hong Konga Herêma Îdarî ya Teybet a Çînê tê.

Di rêzên herî dawîn da jî bi rêzê Nîjer, Komara Afrîkayê ya Navîn, Çad, Sûdana Başûr û Burundî tê.

Tirkiye di lîsteya beriya vê da ketibû rêza 64emîn û kategoriya "pêşketina însanî ya bilind".

Endeksa Tirkiyeyê di 28 salan da ji sedî 39,4 zêde bû.

Pûanê endeksa Tirkiyeyê di 1990î da 0,579 bû û par derket 0,806an û bi tevahî ji sedî 39,4 zêde bû.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE