Tirkiye ewlehiya sînorên xwe zêdetir dike

Tirkiye ewlehiya sînorên xwe zêdetir dike

Ji bo ku ewlehiya sînor derkeve sewiyeya herî zêde û pêşî li ber koçberiya qaçax were girtin, heta niha ji 2 hezar û 949 kîlomêtre rêya sînorên rojhilatê û başûrê rojhilatê, li ser 1028 kîlomêtre rêya ku rîska wê herî zêde ye, dîwarê bêton hat çêkirin û rêya dewriyeyê hat vekirin.

Li gor agahiya ku nûçegihanê AAyê ji Wezareta Karên Navxweyî hilda, Tirkiye di çarçoveya koçberiya bêdestûr da zêdekirina ewlehiya sînorên xwe didomîne.

Di vê çarçoveyê da heta niha ji 911 kîlomêtre rêya sînorê Sûriyeyê li kêleka 873 kîlomêtreyî dîwarên ewlehiyê hat danîn. Her wiha ji bo mexdûrên şer ên ku ji Sûriyeyê direvin bi piştgiriya saziyên alîkariya însanî li herêma Herekata Mertalê Feratê li 248 deverên cuda malên prîkêt hatin çêkirin.

Ji bo pêşîlêgirtina kesên ku ji Efxanistanê direvin û dixwazin li ser Îranê ra bi rêya dereqanûnî derbasî Tirkiyeyê bibin jî tevdîr hatin zêdekirin.

Ji bo vê jî li ser sînorê Îran û Agirî, Hekarî, Îdir û Wanê 191 kîlomêtre dîwar hat danîn û li ber dîwar rêya dewriyeyê hat çêkirin. Li ser dîwaran ronahî hat danîn, kamera hatin bicihkirin. Li ser sînorê Hekarî û Wanê çêkirina dîwar û rêya dewriyeyê ku 50 kîlomêtre ye, dewam dike.

Ji bo ewlehiya sînoran xebatên çêkirina pergalên ronîkirinê jî kuta bû. Di vê çarçoveyê da li ser 575 kîlomêtre rê pergala ronîkirinê, 137 kîlomêtre xeta neqla vejenê, 101 kîlomêtre pergala têl-çît/panelê hat çêkirin û kutakirin. Li ser sînorê Kilîs û Sûriyeyê 37 kîlomêtre û li ser sînorê Gazîentab û Sûriyeyê jî 30 kîlomêtre çêkirina pergala ronîkirinê dewam dike.


AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE