"Tirkiye ezmûna Kovîd-19ê bi serbilindî ev ezmûn derbas kir"

Wezîrê Tendirustiyê Fahrettîn Koca derbarê Kovîd-19ê got, "Tirkiye heta nuha bi serbilindî ev ezmûn derbas kir. Pabendiya rênimuayan û deqîqbûn em anîn vê xalê."

"Tirkiye ezmûna Kovîd-19ê bi serbilindî ev ezmûn derbas kir"

Wezîrê Tendirustiyê Fahrettîn Koca li Komelgeha Bîlkentê ya Wezaretê piştî civîna Lijneya Zanistî ya Koronavîrusê daxuyanî dan çapemeniyê.

Koca derbarê Kovîd-19ê got, "Tirkiye heta nuha bi serbilindî ev ezmûn derbas kir. Pabendiya rênimuayan û deqîqbûn em anîn vê xalê. Me ti peketiyekî ku pêwîstbû li nexweşxaneyê were dermankirin, me neşand malê û emê neşînin. Hejmara ekîbên me yên filyasyonê 5849 e. Van ekîban 468 hezar û 390 kesên di zincîra temasê ya nexweşan de tesbît kirin. Em ji bo hemî kesî yên ku nîşaneyên nexweşiyê tê de bin, bi awayekî herî zû tedbîq dikin. Rêjeya nexweşên me yên di beşa nexweşiyên giran de ji sedî 58an daket ji sedî 10an, rêjeya nexweşên entube jî ji sedî 74an dakt ji sedî 14an. Hekîm û peristarên me tevî ku hejmara serê kesan hekîm/peristar kêm bû jî ev serkeftin bi dest xistin. Bi rêjeya mirinên ji ber şewbê welatê me di nava welatên Ewropayê de xwedî rêjeya herî kêm e. Li cîhanê di rêza 80yî de ye. Daneyên di Tabluya rojane ya Koronavîrusê de roj bi roj hêviya dide me. Divê em vê hêviyê bi encamê biguherin."

Wezîr Koca derbarê Kovîd-19ê herwiha got, "Di 24 saetên dawîn de hejmara nexweşên rehetbûyî, êdî ji hejmara teşxîsên nû weke 2 qatan zêdetir e. Serkeftin ew serkeftin e ku pêdivê em dev ji rênimayan bernedin, em hêj bêhtir pabend bin. Dikarim bêjim ku em serdema pîkê de ne, em ber bi nizumbûnê ve diçin lêbelê ev bibin mayinde. Heke pabendî bo rênimayan tune be dikare bibe sedema pêleke pîkê lêbelê nuha bi van tedbîran ew îhtîmal tune ye. Em pêşniyaza rênimayên îlawe nakin lêbelê em gelekî giringiyê didin temas û îzolasyonê."

Koca got, "Bu rojev ku gelo mezinên me yên ji 65 salan mezintir beyî ku wesayitan biajon dikarin li mesafên nêzîk bigerin, hê nebûye pêşniyazeke safî."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE