"Tirkiye ji bo hemleya pêşketinê bi awayekî ewle û serbilind hewl dide"

Yildirim di Merasima Sobandina Hîmên Kule Keson a Pireya Çanakkale 1915an da axivî

"Tirkiye ji bo hemleya pêşketinê bi awayekî ewle û serbilind hewl dide"

Serokê Meclisê Bînalî Yildirim diyar kir ku Tirkiye li hemberî kesên ketine tatêlê peyamê dide yar û neyaran û wiha pê da çû: "Em peyamê didin yar û neyarên li rûyê dinyayê ne. Ji eksê wan kesên dibêjin 'em mirin, qediyan' ra Tirkiye nîşanî herkesî dide ku ew ji bo hemleya pêşketinê bi awayekî ewle û serbilind çawa hewl dide." 

Yildirim di Merasima Sobandina Hîmên Kule Keson a Pireya Çanakkale 1915an da axivî û got ku li gor planan wê pire di Salvegera 100emîn a Komarê da wê bihata vekirin lê wisa xuya dike ku proje heta 18ê Adara 2022an wê temam bibe.

Di berdewamiya axaftina xwe da Yildirim destnîşan kir ku ji bo çêkirina pireyê wê bi qasî 20 milyar lire bê xerckirin û wiha pê da çû:

"Em peyamê didin yar û neyarên li rûyê dinyayê ne. Ji eksê wan kesên dibêjin 'em mirin, qediyan' ra Tirkiye nîşanî herkesî dide ku ew ji bo hemleya pêşketinê bi awayekî ewle û serbilind çawa hewl dide. Çêkirina vê pireyê bi qasî 20 milyar lire ye. Bihayê çêkirina vê pireyê ji dahata salane ya gelek welatên li ser rûyê dinyayê zêdetir e. Tirkiye ji ku derê hat kî derê."AA

Dîroka nûkirinê: 18 Çile 2019, 17:39
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE