''Tirkiye ji bo Kaşıkçı zahf hewl dide''

5. Lijneya Giştî ya Yekitiyê li İstanbulê hat lidarxistin.

''Tirkiye ji bo Kaşıkçı zahf hewl dide''

Lijneya Giştî ya Yekitiya Alimên Misilman ên Cihanê, cara 5em li Stenbolê civiya. Gelek alim hatin civînê. Serokê alimên misilman ên Cihanê Yusuf El Qaradawî jî di civînê de xeber da û got; Tirkiye welatekî mezin û hêzdar e.

5emîn Lijneya Giştî ya Alimên Misilman ên Cihanê li Stenbolê hat lidarxistin.

Ji 80yî zêdetir welatî, hezar û 500 alim beşdarî civînê bûn. Civînê bi xwendina Qur’anê dest pê kir.

Di destpêka civînê de Serokê Yekîtiya Alimên Misilman Yusuf el-Qaradawî xeber da. Qaradawî behsa girîngiya Tirkiyê ya di alema Îslamê de kir.

Qaradawî got,“Piştî ku Serok Recep Tayyip Erdoğan berpirsiyariya beralîkirinê da ser xwe, em çalakiyên navwelêt û derwelêt teqîb dikin. Guherîneke mezin heye. Di dîrokê de rola Tirkiyê girîng e. Em dia dikin ku Tirkiye dîsa bibe navenda Alema Îslamê.”

Qaradawî li ser kuştina Cemal Kaşikçi jî axivî û got, em bi rayedarên Tirkiyê bawer in ku dê mijarê zelal bikin.

Civîn dê heta roja pencşemê dewam bike. Di civînê de wê li ser pirsgirêkên Alema Îslamê xebat bên kirin. Her wiha ji bo serok û rêveberiya nû dê hilbijartin çêbe.

Dîroka nûkirinê: 06 Mijdar 2018, 16:52
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE