"Tirkiye ji bo tu kesî depoya penaberan nîne"

Alîkarê Serokomar Fuat Oktay: "Tirkiye nobedarê tu dewletê nîne. Ji bo wan depoya penaberan nîne û fatûreya qeyranên bi destê wan derketine jî nade."

"Tirkiye ji bo tu kesî depoya penaberan nîne"

 Alîkarê Serokomar Fuat Oktay: "Tirkiye nobedarê tu dewletê nîne. Ji bo wan depoya penaberan nîne û fatûreya qeyranên bi destê wan derketine jî nade."

Oktay li Cernobbioya bajarê Îtalyayê di Foruma Ambrosettiyê ya 45emîn da daxuyanî da rojnamevanên Tirk.

Alîkarê Serokomar Oktay der barê daxuyaniya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ya 'em ê deriyên xwe vekin' da wiha got: "Ev ne gef e û ne jî blof e. Ev rastiyek e."

Oktay diyar kir helwest û rehetiya heger koçeke din çêbe Tirkiye wê ji heq derkeve helwest û rehetiyeke şaş e û wiha got: "Tirkiye nobedarê tu dewletê nîne. Ji bo wan depoya penaberan nîne û fatûreya qeyranên bi destê wan derketine jî nade."

Fuat Oktay der barê pêşniyaza Vladimîr Putînê Serokê Dewleta Rûsyayê ya ji bona G7ê da wiha axivî: "Tirkiye li gor rojhilat û rojava yan jî blokeke cuda mêze nake, li gor menfeetên xwe mêze dike."

AA

Dîroka nûkirinê: 07 îlon 2019, 18:10
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE