"Tirkiye li dijî hemû rêxistinên terorî şer dike"

Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar roportaj da kanala CNN Internationalê.

"Tirkiye li dijî hemû rêxistinên terorî şer dike"

Wezîrê Parastinê Hulusî Akar geşedanên dawî yên li Sûriyê, kuştina serkeşê DEAŞ’Ê Bexdadî û herêma ewle ji bo televîzyona CNN Internationalê nirxand. Wezîr Akar got; Rêxistina terorî pkk/ypg peymanên ku bi Emerîka û Rûsyayê re hatine kirin bin pê dike û êrîşên xwe didomîne.

Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar roportaj da kanala CNN Internationalê.

Hulusî Akar diyar kir ku rêxistina terorî PKK/YPG li bakurê Sûriyê çalakiyên xwe yên terorî didomîne.

Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar: Her du alî, Emerîka jî Rûsya jî, li ser vekêşîna YPG’ê ya ji herêmê li hev kir. Lêbelê terorîstên YPG’ê gelek caran peymanê bin pê dikin. Ji ber vê jî em li dijî wan şer dikin.

Wezîr Akar car din bibîrxist ku ew yekîtiya xaka Sûriyê diparêzin û têkoşîna wan li dijî rêxistinên terorî

Wezîrê Parastinê Akar li ser avakirina herêma ewle jî axivî.

Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar: Ji bo penaberên li Tirkiyê û li cihên din bi sax û silamet vegerin mala xwe hewce ye ku em herêmeke ewle ava bikin. Ji bo vê em hewl didin ku mal û xaniyên nû ava bikin û piştgiriyên mirovî bidin wan. Helbet ji bo vê jî hewcedariya me bi piştgiriya fînansî heye.

Hulusî Akar derbarê kuştina serkeşê DEAŞ’ê Bexdadî de jî xeber da.

Akar got; beriya operasyonê agahî hatine parvekirin û di navbera Tirkiyê û Emerîkayê de koordînasyon hebû.

Akar bersiv da îdiayên ku Tirkiye ji NATO’yê dûr dibe û got: Em hemû berpirsyariya xwe ya di NATOyê de pêk tînin.

Wezîr Akar bal kişand ku tu eleqeya Artêşa Neteweyî ya Sûriyê bi rêxistinên terorî re tune.

Dîroka nûkirinê: 08 Mijdar 2019, 17:16
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE