Tirkiye û Senegalê Peymana Çarçoveya Eskerî îmze kirin

Tirkiye û Senegalê Peymana Çarçoveya Eskerî îmze kirin

Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar û Wezîrê Hêzên Çekdar ên Senegalê Sidikî Kaba, Peymana Çarçoveya Eskerî ya di navbera herdu welatan da îmze kirin.

Wezareta Parastina Neteweyî daxuyanî weşand û ragihand ku Akar di ziyareta Serokomar Recep Tayyîp Erdogan a ber bi Senegalê da hevaltiya wî kir û li wê derê bi Kaba ra hat bal hev.

Hat gotin ku herdu wezîran di mijarên ewlehî û parastina herêmî û dualî da fikr û ramanên xwe parve kirin û Akar û Kaba Peymana Çarçoveya Eskerî îmze kirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE