Tirkiyeyê bangî KENYyê kir ku YPG/PKK neyê "meşrûkirin"

Rauf Alp Denktaşê Meslehetguzarê Nûnertiya Daîmî ya NYyê yê Tirkiyeyê li konseyê axivî û got ku daneyên di raporê da merivan dixe nav fikaran.

Tirkiyeyê bangî KENYyê kir ku YPG/PKK neyê "meşrûkirin"

Rauf Alp Denktaşê Meslehetguzarê Nûnertiya Daîmî ya Neteweyên Yekbûyî yê Tirkiyeyê got, "Dema îxlal û sûcên PKKyê kirine werin belgekirin Tirkiye vê teqdîr dike lêbelê hewlên ji bo terorîstan nas bikin û meşrû bibînin (bidestê NYyê) tu carî nayên qebûlkirin."

Konseya Ewlekariyê ya NYyê li ser rapora Antonio Guterresê Sekreterê Giştî ya bi navê "Şerên Çekdarî û Zarok" axivî. Di raporê da tê gotin ku di sala 2018an da ji ber şer û pevçûnên li 20 welatan ji 24 hezarî zêdetir bûyerên tundiyê, cinsî û îxlakirinê qewimîn.

Rauf Alp Denktaşê Meslehetguzarê Nûnertiya Daîmî ya NYyê yê Tirkiyeyê li konseyê axivî û got ku daneyên di raporê da merivan dixe nav fikaran.

Denktaş bal kişand ku di bûyerên li Sûriyeyê da herî zêde zarokan zirar dîtin, di belgeyan da tê dîtin ku xêncî rejimê PYD/YPGya şaxa Sûriyeyê ya PKKya rêxistina terorê gelek îxlal kirine û wiha pê da çû: 

"Bêguman PYD/YPG li Sûriyeyê bi DEAŞ, El Qaîde, El Nûsrayê ra heman teqdîqan bi kar tîne, dibê ew jî wekî komên din cuda neyên girtin û herî kêm qasî wan were şermezarkirin. Rapora dawîn a Sekreterê Giştî miemeleya ku PKK li erdên hildaye kontrola xwe tîne serê zarokan nîşan dide."

Denktaş got di raporê da tê gotin ku li Sûriyeyê herî zêde zarok bi destê YPGyê dîl hatine girtin û ji azadiyê hatine mehrûmkirin, li gor texmînên Tirkiyeyê PKKyê 700 zarokên Kurd revandin.

Denktaş axaftina xwe wiha domand: 

"Dema îxlal û sûcên PKKyê kirine werin belgekirin Tirkiye vê teqdîr dike lêbelê hewlên ji bo terorîstan nas bikin û meşrû bibînin (bidestê NYyê) tu carî nayên qebûlkirin. NYyê bi Ferhat Abdî Şahînê terorîstê PKKyî yê bi navê General Mazlûm Ebdî tê zanîn ê ÎNTERPOL bi bultena sor lê digere pîlanê îmze dike me ji ber vê ev şermezar kir. Jinavderxistin çare nîne. PYD/YPG/PKK rêxistineke wisa ye û xwîna 40 hezar kesî li destê wan geriya ye. Dibê miemeleya rêxistina terorê bibîne, hebûn û çalakiyên wê tu carî meşrû neyên dîtin."AA

Dîroka nûkirinê: 05 Tebax 2019, 17:55
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE