Tirkiyeyê bertek nîşanî cî û warên dereqanûnî yên Îsraîlê da

Li gor daxuyaniya nivîskî ya wezaretê Îsraîlê li axên Filîstinê yên dagirkirî fealiyetên bicîbûna dereqanûnî di meha remezanê da jî domand û hat diyarkirin ku ev yek tezahûra nû ya rûyê wî yê dere mirovî ye.

Tirkiyeyê bertek nîşanî cî û warên dereqanûnî yên Îsraîlê da

Wezareta Karên Derva da zanîn ku Îsraîlê herî dawî li Qudsa Rojhilat a ku em wekî paytextê Dewleta Filîstinê qebûl dikin destûr da çêkirina ji 800î zêdetir avahiyê û bi vê yekê xesbkirina mafên gelê Filîstinê domandiye. 

Li gor daxuyaniya nivîskî ya wezaretê Îsraîlê li axên Filîstinê yên dagirkirî fealiyetên bicîbûna dereqanûnî di meha remezanê da jî domand û hat diyarkirin ku ev yek tezahûra nû ya rûyê wî yê dere mirovî ye.

Di daxuyaniyê da hat gotin ku "Îsraîlê herî dawî li Qudsa Rojhilat a ku em wekî paytextê Dewleta Filîstinê qebûl dikin destûr da çêkirina ji 800î zêdetir avahiyê û bi vê yekê xesbkirina mafên gelê Filîstinê domandiye."

Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku Îsraîl mafên miroban ên bingehîn û hiqûqa navneteweyî binpê dike û zirarê dide statuya Qudsê û biryarên wî hedef dikin ku vîzyona çareseriya du dewletî tehrîb bike û êdî wext hat ku ji bo van bibêjin bes e û wiha hat gotin: "Em ê qebûl nekin ku li Filîstinê dîrok ji nû va bê nivîsandin û edalet bi berjewendiyên aborî ra bên guhertin û heysiyet û meşrûiyet bê paşguhkirin."

Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku Tirkiye dê piştgiriya xw eya ji bo birayên xwe yên Filîstinî û doza mafdar a Filîstinê her dem bidomîne.AA

Dîroka nûkirinê: 03 Hezîran 2019, 10:33
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE